Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Belûçistanê Rajî Tapakî, êrîşên rêjîma Îranê bo ser kampên partiyên Rojhilatê Kurdisatnê şermezar kirin

10:03 - 7 Gulan 2026

Bi rastî çima Spaha Pasdarên a terorîst berdewam e li ser êrîşên xwe yên mûşekî û dironî li ser Herêma Kurdistanê û kampên penaberên Kurd ên Kurdistana Îranî, ku jin û zarok tê de ne, dike armanc?

Li wî heyamî de em berdewam şahidê bihîstin û dîtina êrîşên rêjîma Îranê bo ser Herêma Kurdistanê bûne.

Komara Îslamî û Spaha Pasdaran, van êrîşan bi hinceta rûbirûbûna komên opozîsyona Kurd rewa nîşan didin, lê di kiryar de ev êrîş piranî deverên sivîl û kampên penaberan jî li ber xwe digirin. Armanca sereke ya van karan, afirandina tirsê, zexta siyasî li ser partiyên Kurdistana Îranê ye, û şandina peyama hêzê ye ji bo neyarên xwe li hundir û derveyî Îranê. Herwisa ev êrîş dikarin wekî hewildanekê bin ji bo dûrxistina bala raya giştî ji qeyranên navxweyî, nerazîbûnên xelkê û pirsgirêkên aborî. Armancgirtina deverên ku jin û zarok lê ne, ji aliyê saziyên mafên mirovan ve wekî binpêkirina prensîbên mirovî û hiqûqa navneteweyî tê dîtin.

Em di Partiya Belûçistan Rajî Tapakî de van êrîşan bi tundî şermezar dikin û hewl didin ku nûçeya van tawanên hovane bigihînin guhê cîhaniyan.

 

Muhîm Belûç-Serxoş

Sekreterê Giştî yê Partiya Belûçistanê Rajî Tapakî