Donald Trump, Serokkomarê Amerîka ragihand ku di egera bidestxistina rêkeftineke guncav de, Îran dê oraniyuma xwe ya meyandî bi rêjeyeke bilind radest bike da ku ji bo Amerîkayê bê veguhastin.
Navborî di hevpeyvînekê de ligel kanala "PBS" de got: "Ev oraniyum dê biçe bo Amerîka." Trump herwisa li ser vê yekê zêde kir ku Komara Îslamî dê razî bibe ku êdî saziyên xwe yên etomî yên bin erdê bikar neyne.
Trump bi amajekirina bi wê yekê ku şansekî pir baş ji bo gihîştina bi rêkeftinê heye got: "Heke ev yek rû nede, em ê vegerin ser şêwazên xwe yên kevin."
Herwisa Trump got ku egera wê kêm e ku nûnerên xwe yên payebilind, Steve Witkoff û Jared Kuşner, ji bo danûstandina bi Îranê re bişîne Pakistanê.
Trump eşkere jî kir: "Ez bawer dikim em dikarin vî karî her li vir encam bidin û dibe ku ji bo civîna dawî, li cihekî merasîma îmzekirinê hebe."
Trump di berdewamiyê de got: "Heke ew razî bin, her tişt dê bi dawî bibe û heke razî nebin, em ê wan bombebaran bikin."