Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyekî pilebilinde ê Hizbulahê li êrîşeke Îsraîlê bo ser Beyrûtê de hate kuştin

10:05 - 7 Gulan 2026

Arteşa Îsraîlê êvara roja Çarşemî, li êrîşekî esmanî de bo ser Devera Zahiye li başûrê Beyrûtê ku li jêr desthelata Hizbulahê de ye, fermandê yekeya Nûxbeya Rîzwan a wê girûpê kire amanc.

Eva yekem êrîşe bo ser derdora Beyrûtê piştî agirbesta ku li 27ê Xakelêwê, di navbera Îsraîl û Hizbulahê de hatibû ragehandin, lê êrîş li başûrê Lubnanê nehatine seknandin.

Di daxuyaniyekî hevbeş a Binyamîn Netenyaho, Serokwezîrê Îsraîlê û Îsraîl Katis, Wezîrê berevaniyê de hatiye, ku çekdarên Rîzwan bi rêberatiya wî fermandeyî, berpirsiyar bûn li teqekirin li deverên akincîbûnên Îsraîlê û zirar gihehandin bi hêzên arteşa Îsraîlê.

Nûçegihaniya Firansê li zarê çavkaniyek nêzî li Hizbulahê ragehand ku, fermandeyekî pilebilind ê yekeya Rîzwan yê bi navê Malik Belût, li êrîşên Îsraîlê de bo ser Zahiye hatiye kuştin.

Hizbulah ku ji aliyê Amerîka ve wekî rêkxiravek teroristî hatiye naskirin, heya niha jî bi awayekî fermî kuştina wî endamê pilebilind ê xwe piştrast nekiriye.