Navenda ewlehî ên Komara Îslamî li dirêjeya givaşan bo ser xelkê Kurdistanê, sê welatiyên xelkê bajarên Mîrawê, Seqiz û Bokanî girtine û bo cihên nediya veguhestine û qedera wan nerohn e.
Li gorî rapora rêkxirava Mafê Mirov a Hengawê, çarenivîsa Elî Bujne welatiyê temen 65 sal xelkê gundê Sawana Taze a Mîrawê ku li dema şerê 40 roje de hatibû girtin heya niha nerohn e.
Hevdem Hamîd Dilawerî xelkê Seqizê ku pitir li 3 mehan e hatiye girtin, bi fermana berpirsên bi nav dadweriya rejîmê li Seqizê ve bo girtêgeha Qurwe hatiye dûr xistin.
Herwisa Pêşewa Aqapûrî, temen 22 sal û xelkê Bokanê ku li 14ê Reşemeya 1404an hatibû girtin, li girtîgeha Urmiyê ve bo girtîgeha Îtilaatê hatiye veguhastin.
Veguhastina dubare a navbirî bo navendên ewlehî piştî derbasbûna du mehan, nîgeraniya wî li derheq vekirina dosyeyekî nû de û egera eşkencedana wî zêde kiriye.
Herwisa Hengawê îşare bi vê kiriye ku ew welatiyane ji mafê herî destpêkiye xwe wekî hebûna parêzer û hevdîtin digel malbatê hatine bê parkirin.