Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Amerîka nefthilgirek Îranî li deryaya Umanê de ji kar xist

11:07 - 7 Gulan 2026

Fermandehiya Navendî a Amerîka (SENTKOM) ragehand ku, keştiyeke nefthilgir a Îranî bi navê MT Husna li dema pêşêlkirina dorpêça deryayî bo ser benderên Îranê, li deryaya Umanê de kire amanc.

Li gorî raporta SENTKOMê, ew nefithilgire serê sibeha roja Çarşemî 16ê Banemerê, piştî çendîn agahdariyan û guhnedan bi hoşdariyên hêzên Amerîka, ji aliyê firokeyek şer ve hate bi amanc girtin.

SENTKOMê eşkere kir ku firokeyek şer li cora (F_18) ku li ser keştiya firokehilgira ( Abraham Lînkolln) ve firîye, bi guleya 20 mîlîmêtrî, fermana keştiyê ji kar xistiye.

Di vê daxûyaniyê de hatiye ku ew keştî vala bûye û xwestiye ber bi benderên Îranê ve biçe, lê piştî êrîşê ji kar keftiye û çiyê din nikare ber bi sînorên avî ên Îranê ve biçe.

Ev pêngav li çarçêweya dorpêçên deryayî ên tund de ye ku Amerîka bi ser Îranê de sepandiye, heya niha artêşa Amerîka rêgirî li 51 keştî û belemên corbicor kiriye ku xwestine ber bi Îranê ve biçin yan ji vir derkev in.