Çavkaniyekî agehdar ji "CNN" re ragihand ku Îran pêşniyara Amerîkayê ya ji bo dawîanîna bi şer dinirxîne. Tê zanîn ku Tehran di demjimêrên pêş de bersiva xwe bide Waşîngtonê. Pêşniyara Amerîka ji 14 xalan pêk tê û daxwaz dike ku Îran bi fermî soz bide ku li pey çeka navokî de neçe.
Li gorî rayedarên Amerîkayî, Waşîngton daxwaza girtina saziyên Fordow, Natanz û Îsfehanê dike û pêşniyar kiriye ku Îran meyandina oranyumê 20 salan bide sekinandin. Herwisa, divê Îran nêzîkî 400 kîlogram oranyuma bi asta bilind radest bike. Di beramber de, Amerîka dê dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê rake.
Donald Trump di hevpeyvînekê de diyar kir ku di peymana nû de, piştî dema diyarkirî jî êdî îzn nayê dan ku Îran oranyumê bimeyîne. Trump hişyarî da ku heke lihevhatin çênebe, dê êrîşên Amerîka "ji berê tundtir" bin û got: "Heke razî nebin, em ê neçar bin êrîşên bêrawestiyan destpê bikin."