Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî careke din bi dronan êrîşî kire ser bingeha Hizba Dêmokratê

09:51 - 1 Gulan 2026

Di berdewamiya  êrîşên dronî û mûşekî yên Komara Îslamî ya Îranê bo ser binge û baregehên Hizba Dêmokratê li nêzî bajarê Koyê, bingeha wê hizbê carek din bûn armanc.

Şeva Pêncşemî li ser Înê 10 û 11ê Banemerê Komara Îslamî bi 4 dronên xweqetîn, mezira û zeviyên xêlkê sêvîl li Başûrê Kurdistanê û nêzîkî binge û baregehên Hizba Dêmokratê, herwisa cihên akincîbûna malbatên hizbê jî kirin armanc.

Ji destpêka operasyona hevbeş a Îsraîl û Amerîkayê li dijî rejîma Îranê di 9ê Reşemiyê 1404an a rojî de heta niha, zêdetir ji 110 êrîşên dronî û mûşekî bo ser Hizba Dêmokrata Kurdistana Îranê û cihên akincîbûna xelkê sîvîl û malbatên wê hizbê li Başûrê Kurdistanê hatine kirin.

Êrîşên Komara Îslamî bo ser hevpeymanên hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê heta niha bûne sedema şehîdbûna 10 kesan û birîndarbûna hejmarek ji xelkê medenî, herwiha zirarên maddî yên mezin jî li pey xwe anîne.