Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wall Street Journal: Şertên sereke yê Amerîka, derxistina hemû oraniyoma meyandî ya Îranê ye

11:10 - 7 Gulan 2026

Rojnameya “Wall Street Journal” di raporeke şiroveyî de li derheq danûstandinên di navbera Waşîngton û Tehranê de eşkere dike ku yek ji şertên sereke û bingehîn ên Amerîkayê ji bo gihîştina her cûre rêkeftinekê, derxistina hemû oraniyoma meyandî ya Îranê bo derveyî welêt e.

Li gorî vê rapor, Waşîngton ev daxwaz wek “hêla sor” diyarkirîye û li ser bicîhanîna wê bi tundî tekezî kiriye.

Wê Rojnameyê herwisa amaje kir ku ev şert tenê oraniyoma bi asta bilind a 60% û 20% nagire belkî divê  hemû enbar û kogayên oraniyoma meyandî di hemû astan de bo derveyî sînorên Îranê bêne şandin.

Ev helwêsta tund a Amerîkayê nîşan dide ku Waşîngton dixwaze her cûre derfetek lezgîn ji bo gihîştina çekê navikî ji aliyê Tehranê ve bigire û wê yekê wek şertek bingehîn ji bo her cûre nermbûnekê di dorpêçên aborî de dihesibîne.