Di demekê de ku artêşa Amerîkayê ragihand ku êrîşî kirine ser çend bingehên leşkerî yên di nav Îranê de Serokomarê wê welatî jî bal kişand ser vê yekê ku agirbest hîn jî berdewam e.
Serê sipêdeha roja Înê, Fermandahiya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku çend bingehên leşkerî li nava axa Îranê de kirine armanc.
Centcom amaje kir ku ew êrîş weke bersivek bûn li hember bi armancgirtina keştiyên şer ên Amerîkayê ku ji Tengava Hormozê derbas dibin.
Di heman demê de, Centcom ragihand ku ew li pey zêdekirina asta alozî û girjiyan nîne û armanca wan ev nîne ku rewşê aloztir bikin.
Di vê pêwendiyê de, Donald Trump, Serokomarê Amerîkayê, di civîneke rojnamevanî de tevî amajedan bi wan bûyeran got: “Wan şer difirote me.” Trump herwiha bal kişand ser vê yekê ku rêkeftina agirbestê di navbera herdu aliyan de hîn jî berdewam e û tu zirar pê negihîştiye.
Ji aliyekî din ve, medyayên navxweyî yên girêdayî bi Spaha Pasdaran re, nûçeya bihîstina dengê çend teqînan li başûrê Îranê belav kirin.
Ajansa “Fars” ragihand ku beşek ji iskeleya “Behmen” li girava Qeşm bûne armanc.
Di heman demê de, Wezareta Berevaniya Îmaretên Yekbûyî ya Erebî sibeha roja Înê Îranê bi mûşek û dronan êrîşkirine ser welatê wan û sîstemên berevaniya asmanî yên wan bersiva êrîşan dane.