Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hişdariya Saziyên Mafên Mirovan li ser pêla nû ya darvekirinan li Îranê

11:08 - 8 Gulan 2026

Saziya Çavedêriya Mafên Mirovan daxwaz ji hemû welatên endam ên Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo rawestandina cezayê darvekirinê li Îranê gavên kiryarî bavêjin.

Behar Seba, lêkolînera vê rêxistinê, di vîdyoyekê de ku roja Pêncşemê 17ê Banemerê li ser hejmara fermî ya vê navendê li tora civakî ya “X” de belavkir û ragihand ku tenê di heyama meh û nîvekê borî de aliyê kêm 28 kes li Îranê bi tohmetên siyasî hatine darvekirin.

Li gor ragihandina vê saziyê, ew kesên hatinî darvekirn hemû di dadgehekê de hatine dadgehîkirin ku tê de mafên bingehîn û seretayî yên wan hatine binpêkirin.

herwisa amaje bi vê yekê kirine ku di bin givaş û îşkenceyan de îtiraf ji wan hatiye standin.

Saziya Çavedêriya Mafên Mirovan digel dûbarekirina vê yekê ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê ji bo belavkirina tiris di nav civakê de bi kar tine, û daxwaz ji endamên Neteweyên Yekbûyî kiriye ku bi awayekî hevaheng givaşan bixine ser rejîma Îranê da ku sepandin û cîbicîkirina cezayê darvekirinê bisekinîne.