Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

1500 keştî û 20 hezar deryavan li Tengava Hormozê hatine ragirtin

11:24 - 8 Gulan 2026

Li gorî dawiyîn amarên hatine belavkirin, ji ber girtina Tengava Hormozê, nêzîkî hezar û 500 keştî û 20 hezar deryavan li Kendavê hatine dorpêçkirin û qedera wan nediyar maye.

Rêvebirê giştî yê Rêxistina Navneteweyî ya Deryavaniyê (IMO), di civîna endamên vê rêxistina girêdayî Neteweyên Yekbûyî de, nîgeraniya xwe liderheq sekinandina hatûçoyên deryayî de anî ziman. Wî amaje kir ku di encama 30 êrîşan bo ser keştiyan, heta niha 10 deryavan jiyana xwe ji dest dane.

Navbirî got: “Xedemeyên keştiyan ku kesên bêtawanin û tenê ji bo berjewendiya welatan karên xwe yên rojane derbas dikin,di  niha de ketine nav krîzeke jeopolîtîk ku ji desthilata wan de niye.”

Komara Îslamî ya Îranê ji 9ê Reşema sala borî ve û hevdem digel destpêkirina operasyonên leşkerî yên Îsraîl û Amerîkayê, Tengava Hormozê girtiye û êrîşî ser dehan keştiyan kiriye. ew êrîş heta piştî ragihandina agirbestê jî her berdewam kirine.