Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Trump: Heke Îran bi lez lihevkirinê wajo neke, em ê derbeke tundtir li wan bidin

11:26 - 8 Gulan 2026

Donald Trump, Serokkomarê Amerîka, derengiya şeva pêncşemî 17ê Banemerê ragihand ku tevî êrîşên nû, agirbesta bi Îranê re hîn berdewam dike.

Trump di peywendiyeke telefonî de bi kanala Amerîkî (ABC News) re ragihand ku êrîşên li ser çend armancan di nava Îranê de tenê "lêdana derbeke sînordar" bûye. Serokkomarê Amerîka herwisa got: "Agirbest berdewam e û cîgir e."

Trump di postekê de li ser tora civakî ya "Truth Social" nivîsiye: "3 navşkênên pile yek ên Amerîkî ku di bin rehêla agirê guleyan de bûn, bi serkeftineke pir mezin ji Tengava Hormozê derketin, lê ziyaneke pir mezin gihîşte êrîşkarên Îranî; ew ligel hejmareke zêde ya belemên xwe yên biçûk bi temamî hatine ji navbirin."

Serokkomarê Amerîka di beşeke din a peyama xwe de nivîsiye: "Heke derfeta bikaranîna çekên etomî ji bo Îraniyan çêbibûya, bê guman dê bikar bînabana, lê belê tu carî derfeteke wisa ji bo wan çênabe."

Trump di dawiya posta xwe de hişyarî daye: "Her wekî çawa îro me Îranî têk birin, heke bi lez lihevkirinê wajo nekin, di paşerojê de bi hêz û tundiyeke pir zêdetir em ê wan tepeser bikin."