Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî careke din êrîşî ser binkeyên Hizba Dêmokrat kir

11:42 - 8 Gulan 2026

sipêdeha roja Înê, 18ê Banemêra 1405an, bi mûşekan êrîşî ser kampa Cêjnîkan li nêzî bajarê Hewlêrê hat kirin.

Kampa Cêjnîkanê cihê akincîbûna malbatên Hizba Dêmokratê ye û ji destpêka şerê 40 rojî heta niha çend caran ji aliyê Komara Îslamî ve bi armanc hatiye girtin.

Ev êrîş di demekê de bû ku êvara roja borî jî Komara Îslamî du caran çiyayên devera Balîsanê li Başûrê Kurdistanê bi hêceta hebûna hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kiribû armanc.

Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka şer digel Amerîka û Îsraîlê heta niha bi zêdetirî ji122 mûşek û dronan, kampên malbatên Hizba Dêmokrata Kurdistana Îranê û binkeyên dermanî û navendên perwerdeyê yên vê hizbê kirine armanc.