Serokomarê Amerîkayê di gotinekê nû de got ku binsaziyên leşkerî yên Iran bi tewawî hatine jinnavbirin û nûjenkirina wan herî kêm 20 salan dem hewceye. Donald Trump di vê derheqê de ji Newsmax re got: Amerîka di vê şerî de serketî bûye, lê ev asta serketinê bes nîne û Waşington, divê piştrast bibe ku tu carî destê Îranên nagehe çeka navikî.
Her di vê derheqê de, CBS News ji zarê berpirsên Amerîkayî got ku Iran hîn jî beşek ji hêza xwe ya leşkerî parastîye û heta demê agirbestê jî beşek ji hêza wê ya mûşekî wekî xwe maye.
Piştî ragihandina agirbestê jî rejîma Îranê carinan ew hêzên xwe bikar anîye û êrîşên xwe bo ser Herêma Kurdistanê û bi armanc girtina Partiyên Rojhelata Kurdistanê li Herêma Kurdistanê berdewam kiriye.