Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka Pêşniyara Biryara Parastina Tengava Hormozê Pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî Kir

12:32 - 8 Gulan 2026

Amerîka roja pêncşemê 7ê Gulanê li Neteweyên Yekbûyî helwêsta xwe li dijî Îranê tundtir kir. Waşîngtonê, Tehranê bi binpêkirina azadiya deryavanî û gefxwarina li ser bazirganiya cîhanî tawanbar kir.

Nûnerê Amerîka di civîneke rojnamevanî de ragihand ku hewildanên Îranê yên ji bo wergirtina "bacên derbasbûnê" li Tengava Hormozê neyasayî ne. Herwisa diyar kir ku mînên deryayî yên Îranê bazirganiya navneteweyî xistine metirsiyê. Amerîka daxwaz kir ku Îran demûdest êrîşên li ser keştiyên bazirganî rawestîne.

Welatên Kendavê jî piştgiriya xwe ji bo vê biryarê nîşan dan. Nûnerê Erebistana Siûdî, Abdulaziz Al-Wasil, parastina azadiya deryavaniyê wek "pêdiviyeke mirovî" û şademara jiyanê bo aboriya cîhanî bi nav kir. Nûnerên Îmarat û Qeterê jî hişyarî dan ku her astengiyek li vê tengavê dê dê rasterast bandorê li bazarên enerjî û xorakê bike.

Di dema ku rêveberiya Donald Trump bi guşarên aborî û dîplomatîk hewl dide Îranê paş de bikişîne, Tehran dibêje ku hebûna wê ya leşkerî ji bo parastina serweriya neteweyî ye. Ev pêşniyara biryarê ya hevbeş, hewl dide rê li ber her kiryarekê bigire ku astengiyê di derbasbûna keştiyan de çêdike.