Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyek xelkê bajar, Seqizê bi sedema teqîna mînê canê xwe ji dest da

13:50 - 8 Gulan 2026

Roja Pêncşemê 17ê Banemêra 1405an, ciwanekî Kurd yê bi navê Peyman Rahmanpûr, 21 salî û xelkê gundê “Xurxure” yê girêdayî bajarê Seqizê, bi sedema teqîna mînên mayî yên serdema şer canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora Saziya  mafê miroviya ya “Kurdpa” ye ev bûyer li bilindahiyên derdora gundê Xurxure qewimiye û piştî bûyerê termê wî bo pizîşka dadwerî ya Seqizê hate veguhastin.

Ev karesat di demekê de qewime  ku herêmên sînorî yên Kurdistanê hîn jî bi mînên çandî tije ne û metirsiyeke mezin li ser jiyana sivîlan çêdikin.

Li gorî amarên tomarkirî yên Navenda Amarê ya Kurdpa, ji sala 1391 heta dawiya sala 1404an, bi giştî 482 kesên sivîl li Rojhilatê Kurdistanê bûne qurbaniya teqînên mînan û amûrên şerî.

hebûna mînan li herêmên çiyayî û zozanan de her sal zirarên canî yên bê weger li welatiyan, bi taybetî ciwanan û kolberan, dixin.