Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 10 kes û şirket ji ber alîkariya ji bo berhemanîna Dironên Şahid xistin nava lîsteya dorpêçan

09:51 - 9 Gulan 2026

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja înê 18ê Banemerê hemberî (8ê Gulanê) di daxuyaniyekê de ragihand ku, wan 10 kes û şirketane ji ber alîkariya wan ji bo hewildanên leşkerî yên Îranê di peydakirina çek û madeyên xam ên ku di çêkirina dironên Şahid de tên bikaranîn, xistine nava lîstê dorpêçên Amerîka.

Ev pêngava Wezareta Xezînedariyê ku cara yekem ajansa nûçeyan a Reutersê rapor li ser belav kiribû, çend rojan beriya seredana plankirî ya Serokkomarê Amerîkayê Donald Trump bo Çînê ji bo hevdîtina bi hevtayê wî yê Çînî “Şî Jinping” re pêk hat, ev di demekê de ye ku hewildanên ji bo di dawîanîna şerê Îranê gihîştine binbestê.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de herwisa ragihand ku ew amade ne li dijî bingeha pîşesazî-leşkerî ya Îranê gavên aborî bavêjin, da ku Tehran nekaribe şiyana xwe ya berhemanînê ji nû ve ava bike û hêza xwe li derveyî sînorên xwe berfireh bike.