Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa xirabe abûrî a piştî şer, bûye sedem ku nirxa dermanan heta 3 qat bilind bibe

09:53 - 9 Gulan 2026

Piştî şerê dawîn, bihayê hin dermanan li Îranê di navbera %30 heta %300 zêde bûye. Ev rewş bûye sedema givaşek giran li ser nexweşên taybet, bi taybetî nexweşên penceşêrê.

Hadi Ehmedî, berdevk û endamê desteya rêveberiya Komeleya Dermansazên Îranê, diyar kiriye ku xisara şer li ser pîşesaziya dermanan "berçav" e. Wî destnîşan kir ku şîrketa Tofîq Darû (Tofigh Daru), ku madeyên xam ên hin dermanên nexweşxaneyê berhem tîne, bi temamî wêran bûye û divê ji nû ve bê avakirin.

Di raportekê de ku Rojnameya Etimad belav kiriye, li ser zarê nexweşekî penceşêrê hatiye nivîsandin ku dermanê "Xgeva" (Exgeva), ku beriya şer bi piştgiriya Bîmê bi kêmtirî mîlyonek tûmanî dihat peyda kirin, niha bi bihayê ne-yaraneyî (bê piştgirî) gihîştiye 30 mîlyon tumanî.

Herwisa nexweşên din jî behsa çend qat zêdebûna bihayê dermanên tîroîd, depresyon û romatîzmayê kirine. Rojnameyê nivîsandiye ku: Givaşên dorpêçan evin.

Kêmbûna çavkaniyên diravên biyanî (erz) yên dewletê.

Zirara li navendên berhemanîna dermanan.

Zehmetiya hawirde kirina dermanên derekî.

Ev hemû faktor bûne sedem ku gihîştina dermanan ji bo gelek nexweşan dijwartir bibe.