Donald Tiremp, Serokomarê Amerîka ragehand, ger danûstandinên digel Îranê bigehne binbestê û rastî şikestê bin, eva Amerîka operasyonekî nû di deverê de li jêr navê Pirojeya Azadiya Piles wê dest pê bike.
Tiremp di gotûbêjekê de digel nûçegihanan li Waşîngtonê îşare bi vê kir ku, eger ti guhertinek çê nebe, renge em vegerin ser pirojeya Azadî, lê vê carê pirojeya Azadî Piles be. Navbirî ti hurgiliyên zêdetir hember bi naveroka wê pilana nû eşkere nekir.
Serokomarê Amerîka herwisa behsa vê kir ku welatê Pakistanê daxwaz li Waşîngtonê kiriye ku wê operasyonê cîbicî neke, eva jî di demekê de ye ku Tiremp berê ragehandibû operasyona Pirojeya Azadî ku armanca wê zêrevanî û nobedariya keştiyan li tengava Hormozê de ye dest pê kiribû, wê biseknîne.
Li gorî raportên medyayî, givaşa hinek li welatên deverê ji wan Erebistana Siûdî, bandor li ser biryara Amerîka bo ragirtina wê operasyonê hebûye.
Hevdem digel zêdebûna aloziyan, fermandehiya Navendî a Amerîka SENTKOM behs li çêbûna pevçûnên deryayî û êrîşa beramber di navbera hêzên Amerîka û Îranê li Devera kendawê de kiriye, ewa jî rewşa deverê zêdetir aloz kiriye.