Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran dikare 4 mehan li hember dorpêça deryayî li ber xwe bide

11:31 - 9 Gulan 2026

Ajansa zaniyariya Navendî ya Amerîkayê (CIA) texmîn kiriye ku Îran dikare nêzîkî 4 mehan li hember dorpêça deryayî ya li ser wî welatî li ber xwe bide.

Rojnameya "Waşîngton Post" li ser zarê "jêderekî agahdar" ragihandiye ku êrîşên asmanî yên vê dawiyê yên Amerîka li ser hinek armancan li Îranê, tevî ku Serokkomarê Dewletên Yekbûyî Donald Trump ew wekî serkeftî bi nav kirine, Îran neçarî paşvekişandinê nekiriye.

Di berdewamiya raporê de hatiye ku tevî hewildanên Waşîngtonê yên ji bo bidawîanîna zû ya şer, ev pevçûn îhtîmal e ku berdewam bike.

Hevdem, ajansa nûçeyan a Tasnîm ku nêzîkî Spaha Pasdaran a terorist e, li ser zarê "jêderekî leşkerî" ragihandiye ku "piştî gava dijminane" ya Amerîka li dijî tanker û gemiyên neftê yên Îranê, hêza deryayî ya Komara Îslamî "bi agirê êrîşên xwe bersiva binpêkirina agirbestê daye."

Vê jêderê gotiye ku piştî demekê ji gulebaran û bersiv û bertekên herduk aliyan, "niha pevçûn rawestiyane û rewş aram e," lê egera dubare destpêkirina alozî û pevçunan her heye.