Di navbera baskên desthilatê de li Tehranê milmilanêyek tund heye û Spaha Pasdaran wek astengiya sereke li hember her cure rêkeftineke siyasî digel Amerîkayê re derketiye.
Li gorî rapora rojnameya “New York Post” herçend serokkomar û wezîrê derve yên rejîmê hewl didin rêyekê ji bo aştiyê bibînin, lê biryara dawî li cem fermandeyên leşkerî yên Spaha Pasdaran e; hêzek ku niha di bihêztirîn cihê xwe yê dîrokî de ye.
Wê rojnameyê amaje bi vê yekê kiriye ku Spaha Pasdaran bi kontrolkirina biryarên siyasî û leşkerî, berjewendiya xwe di berdewamkirina şer û aloziyê de dibîne, ji ber ku ev rewş hêz û hejmoniya we di hundirê Îranê de diparêze.
Herwisa “Dan Caine”, Berpirsê sitada Hevbeş ya Artêşa Amerîkayê, ragehandiye ku rejîma Îranê niha bi tevahî ji aliyê Spaha Pasdaran ve tê rêvebirin û ew hewl didin bi rehîngirtina ewlehiya keştiwaniyê û aboriya cîhanî, rê li ber her cure paşvekişanekê bigirin ku zirarê digehîne desthilata wan.
Li gorî vê raporê, ev binbesta navxweyî bûye sedem ku Tehran nekare bersiveke zelal û yekalî li hember pêşniyarên dîplomasiyê re bide.