Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa Amerîka û Spaha Pasdaran bo ser binkeyên hev

10:01 - 1 Hezîran 2026

Tevî hebûna agirbestê, aloziyên serbazî di navbera Amerîka û Îranê li Kendaw û Tengava Hormozê de serî hildaye û her du aliyan êrîş kirine ser binkeyên hev.

Fermandehiya Navendî a Sentkomê ragihand ku hêzên wan di çarçêveya berevanî kirin ji xwe, êrîş kirine ser saytên darayî û navendên Fermandehiya dironên Îranê li Devera Gûrk û Dûrgeya Qişim

Sentkomê ragihandiye, eva bersivek bûye bo anînexiwara dironek cora MQ-1 ya Amerîkayê li ser avên navdewletî û têde çendîn sîstemên berevanî û dironên Îranê hatine têkşikandin bi bê evê ku zirarê bigehîne hêzên Amerîka yê.

Di hember de Spaha terorîst a pasdaran ragihand ku binkeyek esmanî  a Amerîka yê kiriye amanc ku wekî çavkaniya êrîşên bo ser mûxaberat li Sîrîk a Horomozganê bikar hatiye.

Spaha pasdaran navê wî welatî eşkere nekiriye ku binka wê têde cêhgire, lê hevdem Kuweytê ragihaniye ku êrîşên mûşek û dironî kirine ser xaka wî.

Sentkomê tekezî kiriye ku li dema agirbestê de li parastina berjewendiyên Amerîka li hember serkêşiyên Îranê wan berdewam û hevdem bi Spaha pasdaran hoşdarî daye ku li egera dûbarebûna êrîşan de, wan dê bersivên tundtir hebin.