Eyal Zemîr Berpirsê Sitada Artêşa Îsraîlê, li serdanek meydanî de ragehand, hêzên wan li asta herî bilind a amadebaşiyê de ne bo vê ku destbicî vegerne nav şer û gurzeke dijwar û xedaye din li Îranê bixin.
Zemîr tekezî ji vê kir ku ew êrîşane di nav xaka Îranê de hatine encap dan, tenê destpêkek bo lêdanek bihêztir û berfirehtir li pêşerojê de bûye.
Navbirî rohin kir ku hêzên Îsraîlê karîne bi serkeftiyane rêgiriyê li êrîşan bikin û Operasyonên nav xaka Îranê de bi lezgînî û hêzek zêdetir ve cîbicî bike.
Wî berpirsê pilebilind ê Serbazî dubare kiriye ku pilana Tehranê bo sepandina hevkêşeyên xwe û guherîna rewşa niha a deverê şikest xwariye. Hêzên wan çavedêriya hûr a her livînekê dikin û hevdem ligel amadekarî bo rûbirûbûna bi Îranê re, ew lêdanane arasteyê Hizbûlahê jî dikin.