Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera sekinîna lîstikên tîma Îranê di Cama Cîhanî de

14:31 - 10 Hezîran 2026

Wezîrê Werzişê yê Îranê gotiye Îhtîmala qutkirina lîstikên Îranê di Cama Cîhanî de heye.

Ehmed Dunyamalî, Wezîrê Werziş û Ciwanan ê rêjîmê, hişyarî da derbarê bûyerên ku dibe li ser sekoyên stadyûman rû bidin û di dema rûdanê de lîstikê bixe bin bandorê.

Ev berpirsê rêjîma Îranê bi nîşandana tiştê ku jê re got berpirsiyariya birêveberên Cama Cîhanî ji bo dabînkirina ewlehî û nezma stadyûman, ragihand ku "Îran dê li hember nîşandana alayên nefermî an qêrîna dirûşmên li dijî rêjîmê, di dema lîstikan de hesasiyeteke cidî hebe".

Navbirî got: «Me ji wan re ragihandiye ku eger di stadyûmên ku em tê de lîstikê dikin, alayeke din ji bilî nîşana (sembola) me bixwe bibînin an dirûşmên li dijî xwe bibînin, serperştê tîmê berpirsiyar e ku lîstikê bide sekinandin.»

Berî vê jî Mehdi Taj, Serokê Federasyona Futbolê ya Îranê, di nameyên ji bo Serokê FIFAyê re, daxwaza rêgirtinê li dubarebûna rûdanên weha kiribû.

Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Îranê dê hemû lîstikên xwe yên di qonaxa koman de li ser axa Amerîka encam bide. Cama Cîhanî ya Futbolê sibê pêncwşemê 11ê Hezîranê dest pê dike.