Amerîka û 22 welatên hevpeyman, roja 20ê Cozerdanê, di daxuyaniyeke hevbeş de kiryarên têkderane û metirsîdar ên Îranê li Ewropa, Amerîka û Ustiraliya yê de şermezar kirin û daxwaz ji rêjîma Îranê kirin ku demûdest êrîş û çalakiyên xwe yên terorîstî bide sekinandin.
Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Kanada, Ustiraliya û 17 welatên dî yên Ewropayê, di vê daxuyaniyê de Rêxistina Îtlaata Spaha Pasdaran, Hêza Qudsê û Wezareta Îtlaata Îranê li beramberî encamdana zincîreyek êrîş, gef, hewldanên terorkirinê û revandina neyarên Komara Îslamî, rojnamevanan û navendên Cihû û Îsraîlî li ser xaka welatên rojavayî berpirsiyar dîtin.
Di beşeke daxuyaniyê de hatiye ku peywendiya navbera dezgehên ewlehiyê yên Îranê û gruptên tawankar ên navdewletî û xwecihî dîrokeke dirêj heye û bikaranîna van torên mafyayî ji aliyê Tehranê ve wekî karekî "bêzarker" û nayê qebûlkirin hat binavkirin.
Dewletên îmzekar tezez kirin ku hewldan jibo kuştin, revandin, çavtirsandin, an her core êrîşek li dijî kesan li ser xaka welatên dî, binpêkirina serweriya neteweyî ya welatan û pîvanên navdewletî ye û hişyarî dan ku hewce ye ev kar demûdest werin sekinandin.
Îmzekarên daxuyaniyê ragihandin ku bo parastina ewlehiya neteweyî ya xwe li beramberî van gefan yekgirtî ne û amade ne pêngavên tundtir li dijî Tehranê biavêjin.