Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka li hevdîtinekî de ligel Fox News, rahenad ku eger rejîma Îranê rêkeftinê neke, şeva Pêncşemiyê jî bi tundî wê bête bombebarankirin.
Tiramp got ku li êrîşên derbasbûyî de 49 mûşekên Tamahak bo lêdana amancan hatine bikaranî in, ku hinek ji wan tenê 60 Kîlometir li Tehranê ve dûr bûne.
Tiramp, tekezî kiriye ku bijardeya êrîşên zêdetir jî heye, û Îran tenê du rê hene, yan dibe rêkbikevin, yan jî qebûlkirina lêdanên berdewam.
Hevdem Fermandehiya Navendî a Amerîka (SENTKOM) ragehand ku, bi fermana Fermandê giştî ê hêzên çekdar, êrîşên tund kirine ser sîstema radarî, Peywendî û Berevaniya esmanî li seranserê Îranê de, û ew êrîşane bûne sedema bihîstina dengê teqînên bihêz li çendîn deveran, li sipêdeha roja Pêncşemiyê jî dawî pê hat.