Spaha Pasdaran a rejîma Îranê ragehand, li bersiva êrîşên Amerîka de, çend amancek li Kiweyt, Ordon û Behrêynê de bombebaran kiriye.
Li gorî daxûyaniya Spaha Pasdaran, bi 12 Mûşekên Balîstîkî binkên esmanî a ( Elezreq) li Kiweytê kiriye amanc ku firokeyên şerker, damezrawên girîng û navendên kontirolkirina operasyonên Amerîka têde ye, hevdem êrîş kirine ser navenda Fermandehiya Amerîka li Ordonê.
Li ser wan êrîşên dijber, arteşa Kiweytê daxistina demkî a Esmanê welatê xwe ragehand, û îşare bi vê kir ku sîstema berevanî çalak bûye û bersiva mûşekên Îranê daye.
Ji aliyekî din ve, Şêwirdarê medyayî yê paşayê Behrînê ragehand ku hêzên berevanî a esmaniya Behrînê karîne çendîn mûşek û dironên têkderane yên Îranê li esman de û pêş giheştin bi amancan têk bişkîne.