Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kasibkarek bi gulleyên rasterast ê hêzên rêjîmê li Banê hate kuştin

10:22 - 11 Hezîran 2026

Kuştina Matlab Xeyberî di encama gulebarana rasterast a hêzên sînorparêz de

Matlab Xeyberî, karsazê (kasibkarê) xelkê şaristana Baneyê, di encama gulebarana rasterast a hêzên sînorparêz ên Komara Îslamî ya Îranê de li yek ji herêmên sînorî yên vê şaristanê jiyana xwe ji dest da.

Sibêdeha roja pêncwşemê 21ê Cozerdanê, hêzên hengê sînorî yên ku li sînorê "Çoman" li Devera Banê bêyî agehdarkirina pêşwext teqe li kesibkarekê bi navê, Mutelib Xeyberî kirin, gule li serê wî keftiye û demûdest jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, wî kasibkarî tu cure kalayek qaçax bi xwe re nîbûye û tenê di herêma sînorî de bûye û hêzên rêjîmê ev kuştine.

Piştre termê wî bo Nexweşxaneya Selahedînê Eyûbî ya Baneyê hatiye veguhastin.

Mutelib Xeyberî xelkê gundê "Sale"  ye û bavê du zarokan bû. Çavkaniyên agahdar ragihandine ku rêjîmê heta dema amadekirina vê raporê termê wî kasibkarî ji radestê malbata wî nekiriye.