Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balyozxaneya Amerîka daxwaza derketina xelkê xwe ji Îraqê de kir

10:39 - 11 Hezîran 2026

Balyozxaneya Amerîka li bajarê Bexdayê huşdarî bi xelkê xwe yên li Îraqê da ku tevî parastina tevav a ewlehiya xwe, bi lezgînî ji Îraqê derkevin û bi berçavgirtina rewşa niha ya Îraqê, xwe ji serdana bo Îraqê biparêzin.

Li vê daxuyaniyê de îşare bi sekinandina serdanan an daxistina bi nişkêve ya firînên esmanî bi bê agehdarkirina berê jî hatiye kirin.

Herwisa vê balyozxaneyê ragihandiye tevî ku hejmarek ji karmendên balyozxaneyê fermana vegeriyan bo Amerîkayê bi wan hatiye dan, hêj çalakî û erkên xwe bi rê ve dibin.

Amerîkayê bilintirîn asta huşdarîdanê bi xelkê xwe li derheq serdana bo Îraqê da.