Rafaêl Girûsî, Birêvebrê Giştî a Ajansa Navdewletî ya Wizeya Etomî ragihand ku, pêşniyara “Donald Tiramp”, Serokomarê Amerîka bo veguhastina paşekefta oraniyoma meyandî a Îranê bo derveyî Îranê, piroseyek dijwar e, lê mehal nîne.
Girûsî îşare bi vê kir ku cîbicîkirina wê karê hêsan nîne, çimkî ew made li şêwaza gazê de ye, û rêjeya pîskirina jîngehê gelek zêde ye û piroseyek sade nîne.
Navbirî hevdem aşkera kir ku bijardeyên din jî di bin lêkolînê de ne, ji wan kêmkirina asta meyandinê, bo cûreyekê ku hêz û metirsiyê kêmtir bike, babetek ku li gorî gotina Girûsî berî jî behs li ser hatibû kirin.
Ew lêdwanane di demekê de tên dan, ku li gorî xemlandinan, rejîma Îslamiya Îranê xwediyê nêzî 440 kîlogiram Oraniyoma meyandî bi tîrahiya %60ê ye, û “Doland Tiramp” wekî mercek sereke daxwza derxistina tev wê paşkeftê li xaka Îranê de dike.
Girûsî tekezî kir ku ajans bo wê mebestê digel Tehran û Waşingtonê li peywendiyê de ye û erka sereke ya wan jî cîbicîkirina wê pêşniyarê ye ku li rûyê kiryar û teknîkê ve bên rexsandin.