Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer li navbera Amerîka û paşmaweyên rêjîmê her berdewam e

10:41 - 11 Hezîran 2026

Li duyemîn rojê de êrîşên esmanî û mûşekiyên li navbera Amerîka û paşmaweyên rêjîma Îranê bi tundî berdewam in.

Artêşa Amerîkayê ragihandiye ku li bersiva êrîşên rêjîma Îranê de çendîn binkeyên çavdêrî yên serbazî, sîstema pêwendî û binkeyên berevaniya esmanî yên li navxweyê Îranê de bombebaran kirine.

Li hember de spaha pasdaran a terorîst ragihandiye ku bi rêya mûşek û dironan, bi tundî êrîş kirine ser 18 armancên serbazî yên Amerîkayê li binkeyên esmanî yên li welatên “Kuweyt, Behrêyn û binkeya “El-Ezreq” li Ordonê” Hevdem sîstema berevaniya wan welatan jî beşek ji wan êrîşên rêjîmê li esman de têkşikandine.

Li halekê de paşmaweyên rêjîmê îdia dikin ku li tenava Hormoz daxistine û êrîş kirine ser 2 gemiyên Amerîkayê, CENTCOMê ev îdia red kiriye.

“Pete Hegseth”, Wezîrê Şer yê Amerîkayê ragihndiye: “Em bi tundî li rêjîma Îranê dixinꓼ Hekî hewce bike dê bi lêdana bombeyan wan neçar bi wajokirina lihevkirinê bikin”.

Mercên paşmaweyên rêjîmê bo lihevkirinê ev in: “Sekinandina êrîşên Îsraîl bo ser Lubnanê, hilveşandina dorpêçên aborî yên ser rêjîma Îranê, azadkirina dirafên ragirtî û erêkirina kontrolkirina tengava Hormoz ji aliyê rêjîmê”, lê Donald Tiramp tekez dike ku dibe rêjîma Îranê tengava Hormoz weke û dest ji projeya navkiya xwe berde.