Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp got, Me dawî li şerê bi Îranê re anî, Îran nabe xwedî çekên navokî

10:20 - 12 Hezîran 2026

Serokkomarê Amerîka di kombûneke televîzyonî de ragihand ku Amerîka dawî li şer aniye û Îranê qebûl kiriye ku tucarî nebe xwedî çekên navokî.

Donald Tiramp roja pêncşemê 21ê Cozerdanê, di bernameyeke televîzyonî de ligel Fermandarê Ceorciya got: «Ez nizanim we bihistiye yan na, lê me îro dawî li şerê bi Îranê re anî, û wan qebûl kiriye ku tucarî nebin xwedî çekên navokî. Tişta ku me jî li ser israr dikir, her ev bû.

Wî di berdewamiyê de zêde kir: Tevahiya armancê ev bû, ev sedî 95ê mijarê bû û wan ev kar bi bihêztirîn awayê ku dikare were kirin, encamp da.

Serokkomarê Amerîka demjimêrekê beriya wê jî gotibû ku Amerîka û Îran dikarin di demeke nêzîk de, di dawiya vê hefteyê de, peymana aştiyê wajo bikin ku Tengava Hormozê ji bo keştivaniyê ji nû ve veke.

Lê belê berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî di berteka xwe de got ku axaftinên li ser peymana dawîanîna şer têne kirin, guman û texmîn in, û hîn hûrgilî bidawî nehatine.