Keştiya barhilgir li avên Kendavê de, li Başûrê Rojhelata bendera “Om Qesir”a Îraqê, kire amanca du teqînên bihêz û Spaha Pasdaran jî bi fermî berpirsayetiya êrîşê girte stûyê xwe.
Rekxirava Bazirganiya Deryayî a Berîtaniya (UKMTO) û nûçegihaniya “Roytêrz”ê ragihand ku ew keştî bi sedema pêkana nişkêve û dironan ve rastî agirpêketinê bûye, lê ti zirarên canî nebûye.
Piştî demekê, Spaha Pasdaran ragihand ku bi mûşeka Kirûz ew keştî kiriye amanc.
Rejîma Îranê ew êrîşane wekî tolhidana êrîşên Amerîka bo ser keştiya Îranî a bi nave (Liyan Sitar) li deryaya Omanê de nav biriye.
Spaha Pasdaran li daxûtaniyekî de ragihand ku ew keştî ser bi Amrîka û Îsraîlê ye, lê di rastiyê de ew keştî ser bi şîrketeke veguhastina deryayî a “Mêdîterane” (MSC) ye ku kompaniyek taybet û mezin a Îtaliya yê ye.