Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê daxuyanî û îdiaya berpirsên paşmaweyên rêjîma Îranê li derheq naveroka lihevkirinê red kir, û da zanîn ev gotin û daxuyaniyên ku desthilatdarên rêjîmê bo raya giştî didin, bi tevavî çewtekarî ye û digel naveroka lihevkirinê bi taybet sekinandina şer û xalên erêkirî, gelek cudatî hene.
Donald Tiramp bi belavkirina vê peyamê li tora civakiya “Truth Social” de ragihand ku ev lihevkirina pêşniyarkirî ti pêwendiyek bi rastiyê ve nîne û berpirên rêjîmê bi “kesên gelek bêhitbar bo danûstanê” binav kirine.
Navbirî li dawiya peyama xwe de huşdarî daye wan berpirsên paşmaweyên rêjîmê ku ya baş ev e bi lezgînî xwe komî ser hev bikin û bi lezgînî vê cîbicî bikin ku me bo wan diyarî kiriye.