Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îmaratê idiaya veguhastina diraf bo Îranê red kir

09:29 - 13 Hezîran 2026

Wezareta Derve ya Îmaratê bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de îdiyên azadkirin û veguhastina diraf bi rêjîma Îranê bi tevavî red kir û ragihand ku îdiaya hinek ji ragihandinan li derheq veguhastina 3 milyard Dolar ji Îmaratê ve bo Îranê bi tevavî çewt e û ti binyateke serast nîne.

Pêştir nûçegihaniya “Reuters”ê belav kiribû ku îmaratê azadkirina çandîn milyrad Dolar ji dirafê zewtkkirî yê rêjîma Îranê erê kiriye û beşek ji wî dirafî bo Îranê hatiye veguhastin.

Wezareta Derve ya Îmaratê tekez kiriye ku çi diraf an darayiyke zewtkirî ya Îranê nehatiye azadkirin an veguhastin.