Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya Nûnerên Yeketiya Ciwanan li konferansa salane a Yûzos

11:58 - 2 Hezîran 2026

Şandeke Yeketiya Ciwanên Demokrata Rojhelatê Kurdistanê, beşdarî li konferansa salane a Rêkxirava Sosyal Demokrata Alman (Jusos)de kirin.

Ew konferans ku li dawiya meha “May”2026an ve birêve çû, mijarek taybet bo behiskirina alûgoriyên siyasî yên Rojhelata Navîn û pirsa Kurd hatibû  terxankirin.

Şanda keç û xortên Ciwanên Rojhelatê li kombûnekî de digel , “Hakan Dêmîr” Endam Parlemana Allmanê, û çendîn Workşopên navdewletî de beşdarî kirin, li roja dawî a Konferansê de, Workşopek taybet bi rewşa niha a Rojhelatê Kurdistanê hate rêkxistin ku têde “Leniya Resûllî”, Nûnera Ciwanan behsek li ser xiwast û daxwaziyên civatgeha Kurdistanê pêşkeş kir.

Hevdem “Kemal Mihyedînî”, Berpirsê Yeketiya Ciwanan li derveyê welat, bi hûrî behs li ser rewşa siyasî a Îranê û êrîşên teroristî yên Spaha Pasdaran bo ser kempên hizbên Rojhelatê Kurdistanê kir.

Navbirî daxwaz li Ewrûpî û civatgeha navdewletî kir ku çavpoşiyê ji tawanên Komara Îslamî nekin û helwêsta micit bigirn , ev beşdariya navdewletî wekî pêngavek girîng bo nasandina pirsgirêka Kurdan, û herwisa bihêzkirina peywendiyên derekî jî hate hejmar kirin.