Mehmûd Nebewyan, Nûnerê Meclîsa Rejîma Îranê, bi tundî rexne li egera rêkeftina di navbera Îran û Amerîkayê de girt û ragehand ku reşnivîsa nû xiraptire û Îranê neçar bi paşvekişîn û dana îmtiyazên zêdetir dike.
Ev netebayî ya navxwe a desthilatê di demekê de ye ku Ebas Îraqçî, Wezîrê Derve ê Rejîmê û berpirsên Amerîkayê jî dibêjin danûstandin li hêla dawiyê de ne.
Nebewiyan êrîş kire ser danûstandkaran û ew rêkeftin bi Zirara reha, bi nav kir, ku li gorî gotina wî, ji aliyê darêjerên Bercamê ve hatiye amadekirin.
Ew kêşmekêş bi rohnî perdê li ser dûdesteyî û şeqa kûr li asta herî bilind a desthilata Tehranê de hildide, di demekê de baskek ji tirsa hiloşîna yekcarî a Abûrî, bi neçarî û bilez ber bi rêkeftina ligel dewleta Tiramp ve pêngavê davêje, û baska tundrew a din jî vê bi Xiyanet û paşvekêşî dizane.
Ew nakokiyên giran nîşan didin ku rejîm li navxwe de bûye çend deste û keftine qopiyek siyasî de ku şerê man û nemanê û kursî yê, cûdabûn û netebayî xistiye nav rayedarên Komara Îslamî de.