Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

JD Vance got: Raporên li ser lihevkirina ligel rejîma Îranê sexte ne

10:45 - 13 Hezîran 2026

JD Vance, Cîgirê Serokê Amerîka, rapor û îdîayên belavbûyî yên derbarê lihevkirina ligel rejîma axûndî, ji bo ji nû ve vekirina Tengava Hormozê û dawîanîna li bernameya navokî red kir û got ku di vê derbarê de gelek agahiyên sexte hatine belavkirin.

Vance tekez kir ku rejîma Îranê di berdêla peymanê an jî beşdarbûna di rûniştinan de, tu pereyî wernagire û tu budceyek nayê azadkirin.

Wî got ku divê her peymanek bi vî rengî be ku berjewendiyên Amerîka û hevalbendên wê di rêza yekem de bin, û ger rejîma axûndî pabendî sozên xwe bibe, berjewendiyên aborî dikarin bigihîjin xelkê Îranê û herêmê.

Vance herwisa rexne ji wan Kesan girt ku raporên medyayî yên nepejirandî yên li ser peymana bawer dikin, û got ku Serokê Amerîkayê dê di dawiyê de encameke baş ji bo Amerîkayê bi dest bixe.