Artêşa Îsraîlê roja 23'yê Cozerdanê tevî agirbesta di şerê ligel Hizbullahê de, hişyarî da li ser êrîşên nêzîk li ser başûrê Libnanê û ji xelkê 20 bajar û gundên nêzîkî bajaran re got ku van deveran vala bikin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ev hişyarî piştî binpêkirina agirbestê ji aliyê Hizbullahê ve hatiye dayîn.
Berdevkê bi zimanê Erebî yê artêşê, ragîhand: «Ji bo ewlehiya xwe, divê hûn malên xwe vala bikin û herin bakurê Çemê Zehranî.»
Wî herwisa anî ziman: «Her kesê ku li nêzîkî sazî an alavên şer ên Hizbullahê be, canê xwe dixe metirsiyê» û ev tevger bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir.
Îsraîl û Îranê roja 18'ê Cozerdanê piştî daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo rawestandina şer, êrîşên rasterast li ser hev sekinandin. Lê Tehranê ragihand ku ger Îsraîl êrîşên li ser hevalbendê wê, anku milîsên Hizbullahê yên li Libnanê berdewam bike, ew ê şer ji nû ve dest pê bikin.