Wezîrê Derve yê Îranê, Ebas Eraqçî ragihand ku rakirina dorpêça deryayî û vekirina Tengava Hormozê mijarên sereke yên lihevkirinê ne. Wî hişyarî da ku Îsraîl li dijî vê peymanê ye û tekez kir ku Îran di bin zextên Tiramp de serê xwe natewîne. Eraqçî got ku her basek li ser xalên lihevkirinê ku hatibe belavkirin, ne fermî ye.
Li ser Tengava Hormozê, Eraqçî diyar kir ku ev der di bin serweriya Îran û Omanê de ye û ji niha û pê de dê xercên xizmetguzariyê ji keştiyan bête standin. Berevajî daxuyaniyên Amerîkayê, wî tekez kir ku oraniyoma meyandî dê hundirê Îranê de bimînin.
Eraqçî bersiva JD Vance da û got ku piştî temambûna peymanê dê her kes bibîne ku pereyên blokkirî têne azadkirin. Wî aşkera kir ku ev lihevkirin ji du qonaxan pêk tê; qonaxa yekem rakirina dorpêçan, û mijara navokî jî bo qonaxa duyem hatiye paşxistin. Di dawiyê de wî ragihand ku Îran tu carî Hizbullahê bi tenê nahêle û ev peyman dê dawiyê li şer bîne.