Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xalid Ezîzî: Tu çek ji aliyê Amerîkayê ve ji bo me nehatiye şandin

16:00 - 13 Hezîran 2026

Xalid Ezîzî, berdevkê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, di hevpeyvînekê de ligel kanala Iran International, behsa gotegotên şandina çekan ji aliyê Waşîngtonê ve ji bo Kurdan kir û hevdem paşeroja xebata gelê Kurd di egera îmzakirina her cûre peymanekê de di navbera Tehran û Waşîngtonê de diyar kir.

Li derheq daxuyaniyên dubare yên Donald Tiramp ku gotibû wan çek dane Kurdan lê wan neşandine nava Îranê, Xalid Ezîzî bi tundî ew gotegot red kirin û ragihand: "Heta ew cihê ku peywendî bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve heye, ev gotin tu rastiya wan nîn e. Xebata me ya li dijî Komara Îslamî qet girêdayî bi çonayetiya peywendiyên Amerîka an Îsraîlê ligel Tehranê nebûye."

Navborî bal kişand ser wê yekê jî ku dibe ku tîma Tiramp ji ber gihîştina bi binbestê di plana karên xwe de, dixwazin Kurdan bikin berpirsiyar di nebûna geşebûna xebatê de li nava Îranê.

Di beşeke din a gotinên xwe de, berdevkê Hizba Demokrat ronahî xiste ser egerên lihevkirina di navbera Amerîka û Îranê de û tekez kir ku ev cûre lihevkirin nikarin dawî li daxwazên xelkê bînin. Ezîzî got: "Bi berevajî, bidawîhatina vê rewşa aloziyan û şerê derve, wisa dike ku kêşeyên navxweyî yên Îranê, xebata gelên azadîxwaz û daxwazên wan bêtir werin pêş. Dibe ku Komara Îslamî di avêtina mûşekan û şerê derve de hêzê nîşan bide, lê di beramberî daxwaziyên gelên Îranê de pir lawaz e."

Birêz Ezîzî tekez kir ku tevgera Jîna û xebata 48 salên borî selmandine ku rejîma Tehranê êdî nikare rewşê vegerîne wekî berê, û xebata rewa ya Kurdan û gelên din heta sernixûniya yekcarî ya vê desthilatê dê berdewam be.