Serokwezîran û Wezîrê Derve ê “Qeter”ê di peywendiyekî de digel Wezîrê Derve yê rejîma Îranê ragihand ku azadiya hatin û çûna deryayî esleke neguher e û gotûbêj li ser nayê kirin.
Mihemed Ebdulrehman Nalî Sanî di peywendiyek telefonî de digel Ebas Îraqçî ragihand ku, azadiya hatin û çûna deryayî binemayek neguher e û daxistina Tengava Hormozê yan bikaranîna wê wekî emrazek givaşê, kirîzan kurtir dike.
Ew hişdariye di demekê de ye ku li gorî raporta mediyayan, dehan keştî yên neft û gaza Qeterê bi hevahengiya Amerîka û Îranê li Tengava Hormozê re derbasbûne.
Serokwezîrên Qeterê tevî dana bac bi Komara Îslamî bo derbasbûna keştiyan di heyama heftiya derbasbûyî de ragihand ku welatê wî dijî wergirtna hertimî a bacê ji aliyê Komara Îslamî ye li Tengava Hormozê de.
Hevdem digel navbeynçîtiya Pakistanê bo dawî anîn bi şer, karên dîplomatîk ên navdewletî bileztir bûne.
Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka pêşbînî kiriye ku heftiya bê rêkeftinek bo dijêjkirina agirbestê û vekirina Tengava Hormozê dê bê wajo kirin.