Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binpêkirina sozên rêjîmê li girêbestê de dibe paşhatên diyarîkirî hebe

09:20 - 14 Hezîran 2026

Rîk Êskat Senatorê Komarîxwaz ê Amerîka gotiye ku hivîdar e, lihevkirin digel rêjîma Îranê bigihîje encamê, lê ti baweriyek bi pêbendbûna spaha pasdaran û pêkhateya hêzê li paşmaweyên rêjîmê de nîne.

Herwisa navbirî tekez kiriye ku nabe rêjîma Îranê çeka navkî bi dest xwe ve bîne û nabe mûşekên balistîkî hebin û dibe dest ji piştevanîkirina malî li milîsên ser bi rêjîmê yên wek Hûsî, Hizbullah û Hemasê berde.

Rîk Êskat ev yeka jî gotiye ku lihevkirin digel paşmaweyên rêjîmê bi tenê li demekê de wate û mana heye ku cihê ceribandina rastiyan hebe û li egera binpêkirina sozên girêbestê bi taybet ji aliyê spaha pasdaran a terorîst ve paşhatên rohn û diyarîkirî bo rêjîmê hebe.