Li halekê de Donald Tiramp tekez kiriye ku piştî lihevkirin digel paşmaweyên rêjîmê tengava Hormoz dê vebe, zêdetir ji 600 gemî li kendavê de li benda vekirina tengava Hormozê mane û nigeraniya xwdiyên wan gemiyan bi tenê dema vekirina vê tengavê nine, belku ev rêya deryayî ti ewlehiyek nîne.
Rêya deryayî ya derbasbûn ji tengavê ji aliyê spaha pasdaran a terorîst ve hatiye mînrêjkirin û xwediyên gemiyan nigeranê teqîna wan mînan, pirsgirêka bîme û metirsiya daxistina tengavê an destpêkirina dubare ya şer û birêveberiya tengavê ne, û herî kêm dibe heta 19ê Hezîranê li benda lihevkirina Amerîka û rêjîmÎranê bimînin û her ev yek jî bi serastî, xuya nîne.
Pêka raporan, rojane zêdetir ji 130 gemiyên neftkêş ji tengava Homozê re derbas dibûn û bi tenê derbasbûna wan 600 gemiyan zêdetir ji 4 rojan, dem hewce dike.