Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

David Barne: Guhertina rejîmê li Îranê armancek e ku dikare bê pêkanîn

12:00 - 2 Hezîran 2026

“David Barnea” Serokê berê yê Saziya Hewalgiriya Derveyî ya Îsraîlê (Mossad) di rêûresima xatirxwestina xwe de got: “Guhertina rejîmê li Îranê armancek e ku dikare bê pêkanîn û ev pêvajoyê dest pê kiriye. Ev erk bi awayekî baş hatiye cîbicîkirin û aşkera ye ku bo gehîştin bi vê armancê hewcehî bi dana biriyarên, aram û berdewam heye. Divê ev erk wekî yek ji girîngtirîn karên me li ser cihê xwe bimîne.”

“Barnea” bi amajedan bi çalakiyên Mossadê got ku ji destpêka karkirna xwe de wekî Serokê vê Saziyê, hewl da ku bi bikaranîna şiyana vê dezgehê bandorê li ser rastiyên ewlehî danê; ji rêya“zîrekî û aloziya meydanî, şiyana pêkanîna operasiypnên nihênî, û bikaranîna fêl û dahênanan.”

Wî di dawiyê de zêde kir ku “Mossad” îro şiyana pêkanîna operasiyonên “hûrbîn û tevlihev” heye û di heman demê de dikare operasiyonên berfireh û bi bandor ji encam bide, heta di dema şer de jî ev şiyan heye.