Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi mercekê dê ji lihevkirinê qazanc bike ku sozên xwe cibicî kiribin

09:51 - 16 Hezîran 2026

“JD Vance” ê cihgirê Serkomarê Amerîka li derheq lihevkirina digel rêjîma Îranê de bi rohnî ragihadn ku ev lihevkirin li ser bingeha “cîbicîkirina sozê li hember qazanc” hatiye dariştin û rêjîma Îranê dê li demekê qazanc ji lihevkirinê bike ku sozên xwe cîbicî kiribin û pêbendê lihevkirinê bimîne.

Navbirî tekez kir ku dê demekê rêjîm qazancê ji lihevkirinê bike ku pêbendiya xwe selimandibe û sozên xwe cîbicî kiribin û bi tenê vê demê dê qazanc û mifahê ji vê lihevkirinê dê bike.

Herwisa “JD Vance” ragihand ku xala yekem a lihevkirinê sekinîna tevav a piştevanîkirina rêjîma Îranê li milîsan û dabînkirina malî û dawîhatin bi tundutîjiyan û sekinandina hemû kiryarên alozker li deverê ye ku dibe rêjîma Îranê vê yekê cîbicî bike û pêbendê vê xalê bimîne, hekîne ti qazancek nagîhîje rêjîmê.

Herwisa “JD Vance”  îşare bi nemana bernameya navkî û destberdan ji hewlên bo berhemanîna çeka navkî û soza cihê ceribandina rastiya vê yekê jî kir ku dibe rêjîma Îranê vê yekê jî cîbic bike û pêbendiya xwe bide selimandin û piştre dê qazanc bo wan hebe.