Rêkxistina Mafê Mirov a Îranê pêşwazî li rêkeftina dawî a şer di navbera Îran û Amerîka de kir, lê hoşdarî da ku nabe pirsa mafê mirov li danûstandinên pêşerojê de bê piştguh xistin.
Wê rêkxistinê ragehand ku li şerê 40 roje a berê ku li 9ê Reşema 1404an ve dest pê kir, hezaran kes hatine kuştin yan girtin û rêjeya bidarvekirina girtiyên siyasî jî gihaye bilindtirîn astê li 3 dehikên derbasbûyî de.
Li gorî rapora wê rêkxistinê, pitir li 6 hizar û 500 kes bi tohmeta wek sîxûrî, hevkarî ligel Îsraîl û Amerîka, û bikaranîna înternêta sitarlînk hatine girtin, herwisa aliyê kêm 42 girtîyên siyasî û ewlehî di vê heyamî de hatine bidarvekirin.
Mehmûd Emîrî Mûqedem, Birêveberê Rêkxistina Mafê Mirov a Îranê, ragehand ku Komara Îslamî rewşa şer bo tepeserkirina navxweyî afirandiye, wî daxwaz li civatgeha navdewletî kir ku ragirtina destbicî a bidarvekirinan û azadkirina girtiyên siyasî bikne merca sereke a her danûstandinekê digel rêjîma Îranê de.