Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Metirsiya darvekirina bilez a ciwanekî Kurd li girtîgeha Qizilhisarê

12:05 - 2 Hezîran 2026

Piştî darvekirina nihênî ya du welatiyên Kurd, “Arman Marifetî”, ciwanê temen 38 salî û xelkê bajarê Seqizê û bavê du zarokan, di bin siya bêdengiyê û binpêkirina mafan de, digel metirsiyeke cidî ya cîbicîkirina cezaya darvekirinê re rûbirû ye.

Ev welatiyê Kurd, ku berê li yek ji meydanên firotina mîwe û sebiziyan li Tehranê wek kedkar kar dikir, di pêwendî digel xwepêşandanên Berfanbara 1404’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ve hat binçavkirin.

Li gorî rapora “Kurdpa”yê, ew di dema girtinê nêzî 20 rojan hatibû bê ser kirin, û dezgehên ewlehiyê yên rejîmê, tevî veşartina cihê ragirtina navbirî, bi awayên cuda bêrêzî bi malbata wî dikirin.

Dadgeha Şoreşê ya rejîmê li Tehranê tohmetên wî ji beşdarî di “kombûn û têkdana tebanî” guhertiye bo “hevkariya bi Îsraîl û Amerîkayê”, di demekê de ku Arman wan tohmetan bi giştî red dike.

Di 11’ê Cozerdanê de, du hevdosyayên wî bi awayekî nihênî hatin darvekirin û niha jî Arman bo girtîgeha Qizilhisarê hatiye veguhastin, û eva 9 roj dibe ku hatiye bêserkirin û dezgeha bi navê dadwerî ya rejîmê rê nade parêzerên wî serdana dosiyeya wî bikin.

Ji 28’ê Reşemeya sala borî heta niha, aliyê kêm 17 kes ji xwepêşanderên Berfanbarê hatine darvekirin; dikarîn bêjîn bi texmînî di 4.5 rojan de xwepêşanderek hatiye darvekirin.