Stêfan Ducarîk, Berdevkê Rêkxistina Netewên yekgirtî li derheq raporên belavbûyî yên destêverdana Artêşa Çînê li şerê Rûsiyê digel Ukraynê de ragihand ku wî şerî ti hewcehiyek bi destêverdana zêdetir a biyanî nîne.
Li wan raporan de belav bûye ku Artêşa Çînê li şerê digel Ukraynê de perwerdeya serbazî bi serbazên Rûsiyê daye û “Kaya Kalas” a berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê jî li vê derheqê de axivî ye.
Pêka wan raporan kompaniyên Çînê tevî hebûna dorpêçan, alavên wek mator, batrî, kablên fîbra nûrî, û qetên kampiyûteran ku dikarin li berhemanîna dironan de bi kar bînin, bi Rûsiye û rêjîma Îranê firotine û digel Rûsiyê projeya nihênî ya çêkirina baştir a dironan bo dirêjtirkirina qasê firîna wan dironan bi hevkariya hêzên Rûsiyê bi rê ve birine.