Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bênêt dibêje: Herifîna rejîma Îranê wê bileztir be

09:55 - 16 Hezîran 2026

Neftalî Bênêt, Serokwezîrê berê ê Îsraîlê, piştî ragehandina nûçeya rêkeftina Amerîka û rêjîma Îranê bo dawîanîn bi şer, bi tundî rexne li şêwaza birêvebirina wî şerê ji aliyê Bênyamîn Natanyaho, Serokwezîrên Îsraîlê ve girt.

Bênêt li kombûnekî rojnamevanî de li TêlAvîvê bi rojnamevanan ragehand, dewreya dewleta Natanyaho bi şerekî navxweyî destpêkir, bi kuştara heftê Oktoberê berdewam bû, û niha jî bi şikestek dîrokî li beramber rêjîma Îranê de wê dawî pê bê.

Ew siyasetmedarê Îsraîlî herwisa got ku hekî ew li serokatiya dewletê de bûya, zivrîn bo doktirînî ewlehiya şerê bilez, bihêz û yekalîker, pêş dixist, ne wekî Natanyaho, bîr û rayan demdirêj bike.

Bênêt îşare bi vê jî kir ku li dewleta wî de, Îsraîl li ser bingeha Doktirînî Oxtapûs, rûberûyê Komara Îslamî dibe, bi vê wateyê ku, bi destekê rêgiriyê li etomîbûna Îranê dike, û bi destê din jî bi bikaranîna emrazên siyasî, abûrî, teknelojî û serbazî, hiloşîna wê rejîmê bileztir dike.